Afrinpost-Taybet
Niştedagîrekî ji Idlibê 3 şiqeyên niştecihiyê yên welatiyê Kurd bi navê Îsmaîl ku berê bazirganê malan bû, bi 600$ li ser her şiqeyekê firotin niştedagîrekî ji gundewarê Hemayê.
Avaniya ku her sê şiqe lê ne, li başûrê herêma pîşesaziyê ya taxa Eşrefiyê ya bajarê Efrînê dikeve. Şiqe yên koçberê Efrînê bi navê Îsmaîl in, ew ji şêniyên gundê Aşka şerqî yê navçeya Cindirêsê ye.
Di vê çarçoveyê de komeke çekdarên sermilîsê Cebha El-Şamiyê bi navê Neîm, erdên li ser rêya servîs a taxa Eşrefiyê firot niştedagîran û li wir dikanên wek Gomecî, firotina nanê tenik û firotina mazût û gazê)
Di çarçoveya diziya niştedagîran de, niştedagîrekî ku mala koçberekî Kurd bi navê Reşîd Faris ji şêniyên gundê Mamila ye, desteser kiriye, giranît, derî û heta kevirê destavê ji malê vekirin û li sûka bajêr firotin.
Dizî û talaniyên bi vî rengî di çarçoveya biserîkirina şelandin û desteserkirina mal û milkên Efrînê de tên lê zêde bi vî şêweyî milîsên Îslamî rê li vegera koçberên Efrînê digirin.