Li gundê Dîkmedaşê hinek niştedagîrên ji Humsê bi hovîtî li welatiyekî Kurd da

AFRINPOST-Taybet

Malpera Afrinpostê roja Yekşemê 21’ê Hezîranê ji çavkaniyên xwe agahdar bû ku niştedagîrine ji Humsê bi ser mala welatiyekî Kurd de girt û bi hovîtî lê da.

Li gorî çavkaniyn, niştedagîran çiloyê rezan ji zeviyê welatiyê Kurd Xelîl Enwer jêdikirin. Dema ku welatî Xelîl li pêşiya wan sekinî, niştedagîr bi ser mala wî de girt, bi tundî li wî da ku di serî de ew birîndar kirin û ji ber vê yekê ew rakirina nexweşxaneya Ezazê.

Tê zanîn ku niştedagîr di şerê debara jiyana Kurdan de roleke mezin dilîzin û bi qasî wê jî dikanên bazirganiyê vedikin ku bi rêya wan dikanan berhemên herêmê derbasî derveyî sînor dikin.

Related posts