AFRINPOST-Taybet
Operasyonên Hêzên Rizgariya Efrînê li dijî dagirkeriya Tirkî li herêma Efrînê bê navber berdewam dikin.
Di vê çarçoveyê de dagirkeriya Tirkî li gundê Meryemînê ku li rojhilatê herêmê dikeve, ji ber tirsa operasyonên Hêzên Rizgariya Efrînê(HRE) baregehe xwe vala kir û berê xwe da Ezazê.
Nûçegihanê Afrinpostê li bajarokê Şera ragihand ku 3 maşîneyên leşkerî û 5 tankên dagirkeriyê roja Yekşemê ji baregeha xwe ya li gundê Meryemîn vekişiyan.
Nûçegihan destnîşan kir ku maşîneyên vekişandî di gundê Mareskê re derbas bûn û berê xwe dan bajarê Ezazê û wiha dewam kir;
Heta rêbendên leşkerên Tirk hatin valakirin ku tenê li ser wan rêbendan çekdarên milîsên Îslamî û wergervan man.
Nûçegihan diyar kir ku sedema valakirina baregehê jî, ew e ku leşkerên Tirk ditirsin ku Hêzên Rizgariya Efrînê(HRE) li dijî wan operasyonan çêkin û bi taybet piştî şerê li gundê Merenazê û wiha dewam kir;
Duh roja Şemiyê bi nîvroj pevçûnên çekdarî di navbera Hêzên Rizgariya Efrînê û milîsên dagirkeriyê li gundê Merenazê yê navçeya Şer rûdan. Di encamê de hinek milîs birîndar bûn û hinek jî hatin kuştin.
Nûçegihanê Afrinpostê da zanîn ku milîsên dagirkeriyê yên bi navê “Ceyş El-Wetenî El-Sûrî” hewl dan bi dizîka derbasî gundê Merenazê bibin, lê belê Hêzên Rizgariya Efrînê bersiva wan dan û neçar kirin ku paşde vegerin lê zêde zirareke mezin gihandin milîsan.