Ji bêrîkirin û dilsojiya bi ser Efrînê de stranbêjekî Efrînî 3 stran çêkirin

AFRINPOST-Taybet

Stranbêj Cuma Hac Dawûd 82 salî ji şêniyên gundê Omara yê navçeya Şera ye. Ew di dema heyî de bi darê zorê koçberî gundê Babinisê yê herêmên Şehbayê bûye.

Apê Cuma li gel Afrinpostê axivî û wiha çîroka xwe vegot;

Dema ez gihîştim 15 saliyê, televizyon û teknolojiya di jiyana me tune bû, bavê min kesên xwedî dengên xweş û tembûrvan tînan ser xaniyê mala me û heta sibehê stran û li tembûrê didin.

Min tenê li wan temaşe û guhdar dikir. Dema ku li pêşiya min distran, min ew stran ji ber dikirin û piştre ji xwe re distra, hin caran ew stran bi min re ji wan xweştir derdiketin.

Ez karê stranbêjiyê ji 50 salî ve dikim.

Min gelekî guhdarî stranên gelêrî û folklorî kiriye. Min karî wek xwediyên wan bistrêm û yên ku li min guhdar dikin, bandoreke mezin li wan dikim.

Carekê ji caran stranbêjê rihmetî Elî Tico di rûniştinekê de hazir bû. Min heman strana wî ya ku bi xwe ji Leyla Qasim re nivîsandibû, stra ku ew gelekî bi dengê min bandor bû û heta pê re giriya.

Stranbêjê folklorî Cuma pêvajoya êrîşên dagirkeriya Tirkî û milîsên wê li ser Efrînê bi giştî jiyan kir. Di wê derbarê de ji Afrinpostê axivî û wiha got;

Di şer û berxwedaniya li gundê me li dijî dagirkeriyê de, yekem strana xwe li ser êrîşên li dijî Efrînê derxist. Dema min ew stran got, em li ser rêya gundê Omaro bûn. Min bi xwe ew stran çêkir.

Li gundê Elkê jî min karî straneke din biafiranda.

Di her topbaraneke li ser Efrînê de dilê min ji xemgînî li ser Efrîna rengîn dişewitî. Min strana xwe ya sêyemîn li gundê Turindê çêkir.

Koçberên Efrînî li herêmên Şehbayê bi rêya hunerweriyên xwe wek stran, wênexêzî, muzîk û hunerên din bêrîkirina xwe, her wiha êş û azarên xwe ji Efrînê re tînin der.

Related posts