Meclisa dagirkeriyê û milîsên wê ve bi planeke hevbeş 4 mamosteyên Kurd li Efrînê bin çav kirin

AFRINPOST-Taybet

Istixbarata dagirkeriya Tirkî li gundên navçeya Raco hinek mamosteyên Kurd bi tawana karê li gel saziyên Rêveberiya Xweser, ji saziyên dagirkeriyê bin çav kirin û birin cihekî ne diyar e.

Milîsan 20’ê Hezîranê mamoste revandin ku ew jî ev in; Hûrîk Tiraş ji gundê Kûra, Elî Hisên Xeşman ji gundê Halîlê, Rodîn Riyad Mistefa ji gundê Mosaka, Îbrahîm Şukrî Elî ji gundê Dumilya.

Rêxistina Mafên Mirovan a Efrînê bi bîr xist ku mamosteyên binçavkirî ji qada perwerdehiyê ku ji aliyê rêveberê hîndekariyê ya Tirkî ve li eyaleta Hatayê ve tê birêvebirin, in. Beriya çend rojan ji berî werin binçavkirin ji kar hatin avêtin.

Malpera Afrinpostê ji çavkaniyên xwe ragihand ku 18’ê Hezîranê hinek agahî belav kirin ku ya bi navê Meclisa navxweyî ya bajarê Efrînê civînek li gel sermilîsên dagirkeriyê(Ceyş El-Wetenî, Polîsên Leşkerî, Polîsên Sivîlû Istixbarata Tirkiyê) li dar xist.

Di civînê de milîsên “Ceyş El-Wetenî El-Sûrî” soz da ku eger meclisa navxweyî hemû karmendên Kurd ji saziyan xwe bavêje û bi taybet ên berê li gel Rêveberiya Xweser di nava salên 2014-2018 kar dikirin, dê destwerdanê ji karûbarên sivîlan re çêneke.

Çavkaniyan teqez kirin ku serokê meclisa dagirkeriyê yê bi navê Mihemed Seîd Silêman di civînê de soz da ku hemû karmendên Kurd ên ku berê li gel rêveberiya xweser kar dikirin ji kar bavêje û wê demê dema 2 heyvan ji dîroka civînê destnîşan kir.

Related posts