Dagirkeriya Tirkî ji nû ve êrîşî 5 gundên navçeya Şera kir

AFRINPOST-Taybet

Dagirkeriya Tirkî û milîsên wê yên Îslamî yên bi navê  “Ceyş El-Wetenî El-Sûrî” car caran gundên navçeya Şera û herêmên Şehbayê topbaran dike. Helbet armanc ji topbarankirinê jî peydakirina tirs û tevliheviyê di navbera koçberên Efrînê û pêkanînan zirarên mirovî û madî ye.

Di vê çarçoveyê de nûçegihanê Afrinpostê roja Çarşemê ragihand ku artêşa dagirkeriya Tirkî bi nîvro hinek gundên navçeya Şera bi çekên giran topbaran kirin.

Nûçegihan gundên ku hatine topbarankirin bi bîr xist ku ew jî wiha ne; Merenaz, Şewarxe, Elqemiyê, Malikiyê û Mig in.

Li gundên Şehbayê û Şêrawayê bi deh-hezaran ji koçberên Efrînê bi cî bûne. Ew ji ber êrîşên dagirkeriya Tirkî û milîsên wê sala 2018’an ji cih û warê xwe koçber bûn.

Herêmên Şehbayê û gundên Şêrawayê her dem bi bêdengiyeke navdewletî rastî êrîşên dagirkeriyê tên. Rêxistinên Mirovî jî li hemberî vê rewşa şêniyan a kembax bêdeng e.

Related posts