AFRINPOST-Taybet
Tevî şert û mercên koçberiyê yên giran, şêniyên Efrînê li herêmên Şehbayê li ber xwe didin. Koçberên Efrînê hewl didin bi rêya hunerwerî û afrîneriyên xwe di her warekî de êş û azarên koçberiyê derbas bikin.
Ciwana bi navê Şervîn Efrîniyeke koçber li Şehbayê dimîne. Ji ber êrîşên dagirkeriya Tirkî û milîsên wê yên Îslamî yên bi navê “Ceyş El-Wetenî El-Sûrî” ji cih û ware xwe bû û weke malbatên din ên Efrînî koçberî herêmên Şehbayê bû.
Keça Efrînê Şervîn ji biçûktiya xwe de ji ber ku ker e ango nabihîze, zehmetiyan dikişîne, lê belê bi rêya wênexêziyê rûbirû bi azarên koçberiyê dimîne û li ber xwe dide.
Di vê çarçoveyê de birayê wê Mihemed Elo li ser xwîşka xwe axivî û ev tişt anî ziman;
Ji dema ku xwîşka min ji dayîk bûye, ker û lal e. Sedema wê jî vedigere ku dema dayîka min bi xwîşka min ducanî bû, rastî rewşeke tenduristî dijwar hat. Vê rewşa dijwar hişt ku rasterast bandor li xwîşka min bibe ku di encamê de ker û lal ji dayîk bû.
Birayê Şervînê derbarê xwîşka xwe de wiha axaftina xwe dewam kir;
Temenê xwîşka min 21 salî ye, malbata min bi rêya doktoran pir hewl ku birînkariyekê jê re çêkin û çareyekê ji rewşa wê re bibînin, lê belê doktoran ti hêvî nedan me. Malbatê xwest wê derbasî dibistaneke taybet, têkildarî rewşên ker û lalbûnê bikin lê dîsa nebû ji ber ku dibistan tenê li Helebê hebû û me nikarî xwîşka xwe biriba wir. Ji ber van sedeman xwîşka min wilo ma û bi vî rengî jiyana xwe didomîne.
Birayê Şervînê têkildarî afrîneriya xwîşka xwe de ev tişt anî ziman;
Rojekê ji rojan li Efrînê dostekî malbatê serdana me kir. Ew di wênexêziyê de profesyonel bû. Pênûs û kaxezek da ber xwîşka min û jê re got tiştekî xêz bike.
Ji wê demê û şûnde xwîşka min dest bi hunera wênexêziyê kir. Dostê malbata kesê yekemîn ku hunerweriya xwîşka min di wênexêziyê de nas kir. Ji ber vê yekê daxwaz ji bavê min kir ku girîngiyê bide hunerweriya wê û wiha domand;
Me li Efrînê di peydakirina mamosteyekî ku serpereştiya xwîşka min di wênexêziyê bike, zehmetî dîtin. Lê piştî ku navenda çand û hunerê li Efrînê vebû, derfeteke mezin li pêşiya xwîşka min vebû ku afrîneriya xwe li wir bi pêş bixe û berdewam bike, bavê min jî ji aliyê xwe ve pêwîstiyên hînbûnê jê re peyda kirin.