Welatiyekî Kurd li Şiyê ji qehirînê re jiyana xwe ji dest da û 2 keçên xwe li pey xwe hiştin

AFRINPOST-Taybet

Li navçeya Şiyê ya herêma Efrînê milîsên Lîwa “Sultan Silêman Şah” ku bi navê “El-Emşat” naskirî ne, 6500000 û berhema tirî, zeytûn û gûzan ên welatiyekî Kurd talan kirin.

Ji ber vê yekê welatiyê Kurd gelekî qehirî û di encama xemgînbûyîna zêde û qehirîna tûj de jiyan xwe ji dest da û 2 keçên xwe sêwî li nava çekdarên dagirkeriya Tirkî de hiştin.

Her du keçên welatiyê rihmetî ji bo ku xwe ji çekdaran biparêzin, mehane 15 hezar lîreyên Sûrî didin wan.

Jineke Kurd ji navçeya Şiyê êş û azarên ku ji ber milîsên “El-Emşat” dikişînin ji malpera Afrinpostê re ragihand û wiha got:

Ji ber ku milîs li ser derketin û têketin navçeyê pereyan distînin, em nikarin ji Şiyê derkevin.

Kesên camêr ji derveyî navçeyê ji me re pereyan bi rê dikin lê belê bi zehmetî ji ber kiryarên milîsan digihêjin ber destên me û wiha dewam kir;

Dayîka min ji beriya salekê ve û bavê min jî ji nêzîkî 6 mehan ve ji ber qehirîna li ser berhemên tirî

û gûzan ve jiyana xwe ji dest dan.

Niha ez û xwîşka xwe bi tenê di bin rihma çekdaran de dijîn.

Em mehane 15 hezaran didin da ku ji wan werin parastin. Her wiha eger me xwest em biçin nav baxçe û rezên xwe pêwîst e em bacan bidin rêbendên milîsan da ku rê bidin me.

Li Şiyê her tişt bûye bi pereyan, ev yek jî gelekî li zora me diçe û çarenûsa me li navçeyê jî ne diyar e.

Related posts