Meclisa dagirkeriyê li Efrînê soz da ku karmendên Kurd bi tawana alîgirtiya bi Rêveberiya Xweser re ji kar bavêjin

AFRINPOST-Taybet

Afrinpost ji çavkaniyên xwe agahdar bû ku ya bi navê “Meclisa Navxweyî” civînek li gel sermilîsên dagirkeriyê (Ceyş El-Wetenî, Polîsên Leşkerî, Polîsên Sivîl, Istixbarata Tirkî) li dar xist.

Di encama civînê de milîsên bi navê “Ceyş El-Wetenî El-Sûrî” soz da ku ew ê destwerdanê ji karûbarên sivîlan re çênekin, lê bi egera ku aliyê yekem hemû karmendên Kurd ji saziyan bavêje, û bi taybet ên ku berê di saziyên Rêveberiya Xweser de kar dikirin.

Çavkaniyan teqez kirin ku serokê meclisa dagirkeriyê yê bi navê “Mihemed Seîd Silêman”  di civînê de soz da ku hemû karmendên Kurd ên ku berê bi Rêveberiya Xweser re kar dikirin, di nava 2 heyvan de ji dîroka civînê ji kar bavêje.

Girêdayî wê çekdarekî ji milîsên “Polîsên Sivîl” ku ji Humsê ye, Sêşema borî êrîşî karmendên Kurd ên di saziya avê de kirin. Çekdar bi wan re gotinên derexlaqî gotin.

Rêveberê saziya avê daxwaz kir ku wî çekdarî bigirin, lê belê nobedaran bi çekdar re bûn alîkar û karî bireviya.

Related posts