Milîsên “Ceyş El-Şerqiyê” navendeke milîsên “Lîwa Siqûr El-Kurd” li bajarê Efrînê desteser kir

AFRINPOST-Taybet

Nûçegihanê Afrinpostê li bajarê Efrînê ragihand ku çekdarên milîsên “Ceyş El-Şerqiyê” roja Şemiyê, navendeke milîsên “Lîwa Siqûr El-Kurd” ên milîsên “El-Hemze” desteser kir.

Nûçegihan diyar kir ku milîsên “Ceyş El-Şerqiyê” êrîşî navenda milîsên “Lîwa Siqûr El-Kurd” a bi navê Desteya Bilind a Kurd li Sûriyê û navenda wan desteser kir.

Desteya Bilind a Kurd qaşo rêxistineke siyasî ye, ajanên dagirkeriya Tirkî propaganda jê re kir ku qaşo nûnertiya Kurdan li Efrînê bike. Lê belê bi êrîşa milîsên Ceyş “El-El-Şerqiyê” û desteserkirina navenda wan, çekdarên Îslamî da nîşandan ku heta ew ajanan jî bi navê kurdîyetiyê napejirînin.

Piştî ku milîsan dest danîn ser navenda “Lîwa Siqûr El-Kurd”, hemû tabloyên girêdayî wan rakirin.

Li gorî nûçegihan berî ku milîs êrîşî navendê bikin, 6 çekdar hebûn. Di dema êrîşî de ew jî reviyan.

Navenda milîsên “Siqûr El-Kurd”li avaniya rihmetî Cahîd Xûbarî li sêkoşeya “çerxerêya Cindirêsê” dikeve.

Related posts