AFRINPOST-Taybet
Milîsên Îslamî yên dagirkeriya Tirkî ji ber tevlihevî û nebûna zagonan, hemû binpêkirin û sûcan derheqê sivîlên Kurd ên li Efrînê mane de pêk tînin. Sûcên dijmirovî yên ku milîs dikin, di bin serpereştiya istixbarata dagirkeriyê de ji bo koçberkirina Kurdan ji Efrînê û bicîkirina niştedagîran pêk tên.
Di vê çarçoveyê de milîsên “polîsên leşker ” roja Çarşemê 2 welatiyên Kurd bi navê Ebdo Mûrad 37 salî bi nasnav Ebdo Kût û Mistefa 45 salî piştî du hefteyan ji binçavkirina wan ji cihê karê wan(ofîsa firotina motorsikletan) berdan.
Nûçegihan diyar kir ku her du xortên Kurd fidyeyeke malî( ji her yekî ji wan) bi qasî 400 dolarê Amerîkî dan heta ku ew berdan.
Nûçegihanê Afrinpostê 11’ê Hezîranê li bajarê Efrînê ragihandibû ku milîsên dagirkeriyê 2 welatiyên Kurd li herêma pîşesaziyê li dorhêla firina Cûdî ku di ofîsa firotina motorsikletan de kar dikirin, bi tawana teqemenîkirina motorsikletan revandin.