AFRINPOST-Taybet
Milîsên Ixwan Mislimîn ên dagirkeriya Tirkî û xwediyên wan ên niştedagîr bi zor û neçariyê desteserkirina mal û milkên koçberên Efrînê li herêmê berdewam dikin. Ew bi serbestî û tevî ku xwediyên hinek mal û erdan hene, tevdigerin, ne nirxên olî û ne jî yên exlaqî di ber çavan re derbas dikin û ti zagon jî tune ne ku rê li pêşiya sûc û binpêkirinên wan bigirin.
Di vê çarçoveyê de milîsên dagirkeriya Tirkî bacên darayî li ser berhemên genim û ceh li ser cotkarên 2 gundên bi ser bajarê Efrînê û navçeya Şera ve sepandin.
Nûçegihanê Afrinpostê ragihand ku milîsên Firqeya Sultan Mûrad bac bi qasî 15% li ser berhemên genim û ceh sepand. Heman bac milîsên “Lîwa Mutesim” li ser cotkarên gundê Cûmkê yê bi ser bajarê Efrînê ve sepand.
Beriya bi demekê dagirkeriya Tirkî derase ji Tirkiyê anîn herêmê da ku berhemên genim û ceh bi nirxên pir erzan ji cotkaran bikirin û derbasî Tirkiyê bikin.