Hinek niştedagîrên ji bajarokê Heyanê 70 darên welatiyekî Kurd ku ji 2 salan ve revandî ye, birîn

AFRINPOST-Taybet

Çekdarên milîsên Îslamî yên dagirkeriya Tirkî ku bi navê “Ceyş El-Wetenî” naskirî ne, di birîna daran ji daristan û zeviyên herêma Efrînê de berdewam in. Milîs daran dibirin û li ser daxwaza zêde ya êzingan li herêmên dagirkeriya Tirkî pê bazirganiyê dikin.

Di vê çarçoveyê de nûçegihanê Afrinpostê li navçeya Bilbilê ragihand ku hinek niştedagîrên ji bajarokê Heyanê yê gundewarê Heleb ê bakur, 70 darên Zeytûnê li gundê Şêxûrzê yê navçeya Bilbilê birîn û li bajarê Efrînê firotin.

Nûçegihan diyar kir ku darên birî yên welatiyê Kurd bi navê Mamo Mihemed Şêx Mihemed in. Ew ji du salan ve ji aliyê milîsan ve revandî ye.

Li gorî nûçegihan her kîloyeke êzing bi 55 L.S li sûkên Efrînê hat firotin.

Welatî Mamo Mihemed Şêx Mihemed ê 50 salî, Nîsana 2018’an dema ku li nava zeviyê xwe yê zeytûnan kar dikir, ji aliyê milîsên “Cebha El-Şamiyê“ ve hatin revandin.

Welatî Mamo xwediyê 2 zarokên ji pêwîstiyên taybet in(nexweş in), ew li ba dayîka xwe li taxa Eşrefiyê ya bajarê Efrînê ne.

Heta niha xwediyê welatî ti agahiyê derbarê wî de nizanin lê belê tercîh dikin ku ew di zîndana Maserê li Ezazê be.

Tê zanîn ku sermilîsê bi navê Ebû Elî Sico wê zîndanê bi rêve dibe.

Related posts