Milîsên “El-Hemze” 2 motorsiklet li xaçerêya gundê Keferşîlê dizîn … li taxa Eşrefiyê jî tabloyên enerjiya rojê hatin dizîn

AFRINPOST-Taybet

Milîsên Ixwan Mislimîn ên dagirkeriya Tirkî û xwediyên wan ên niştedagîr bi zor û neçariyê desteserkirina mal û milkên koçberên Efrînê li herêmê berdewam dikin. Ew bi serbestî û tevî ku xwediyên hinek mal û erdan hene, tevdigerin, ne nirxên olî û ne jî yên exlaqî di ber çavan re derbas dikin û ti zagon jî tune ne ku rê li pêşiya sûc û binpêkirinên wan bigirin.

Di vê çarçoveyê de nûçegihanê Afrinpostê li bajarê Efrînê ragihand ku milîsên Firqeya El-Hemze  roja Çarşemê 2 motorsiklet li ser rêbenda xwe ya li xaçerêya gundê Keferşîlê bi bihaneya ku bi teqemenî bûn, talan kirin lê belê xwediyên wan nehatin naskirin.

Girêdayî talaniyê, li taxa Eşrefiyê ya bajarê Efrînê dizî bi şêweyekî rêxistinkirî tê kirin. Tabloyên enerjiyê li ser xaniyên malan yan jî li kampên ku li vê dawiyê li aliyên taxê hatine avakirin, tên dizîn.

Di vê derbarê de nûçegihan diyar kir ku heta tabloyên rojê ên malên welatiyên bi nav Ehmed Reşo (2 tablo), Cemîl Ehmed ji şêniyên gundê Qîbarê(1), niştedagîr Ebû Ehmed (2tablo) û ji kampa niştedagîran li nêzîkî depoyê avê 7 tabloyên enerjiyê hatin dizîn.

Her wiha nûçegihan da zanîn ku firoşgeha madeyên xwarinê ya welatiyê Kurd Ebû Elî ji şêniyên gundê Dumilya yê navçeya Racoyê hat talankirin.

Related posts