AFRINPOST-Taybet
Çekdarên milîsên Îslamî yên bi navê “Ceyş El-Wetenî El-Sûrî” ku girêdayî dagirkeriya Tirkî û Ixwan Mislimînin pev niştedagîran birîna daristan û darên zeytûnê li gundewarê Efrînê berdewam dikin.
Milîs û niştedagîr daran dibirin û bi êzingên wan bazirganiyê dikin.
Di vê çarçoveyê de nûçegihanê Afrinpostê ragihand ku milîsên “Lîwa Sultan Silîman Şah” 600 darên Zeytûnê li deşta navçeya Şiyê bi bihaneya ku xwediyê wê li gel Rêveberiya Xweser kar dike, birîn.
Nûçegihan da zanîn ku milîsan zeviyê zeytûnan ê koçberê Kurd Mistefa Dalo ji şêniyên gundê Hêkiçê desteser kir û bi zanabûn û mebest 600 dar ji eslê 650 darên Zeytûnê birîn.
Piştî ku dar birîn , niştedagîran li şûna wan dendik û tov çandin.