AFRINPOST-Taybet
Milîsên Îslamî yên dagirkeriya Tirkî ji ber tevlihevî û nebûna zagonan, hemû binpêkirin û sûcan derheqê sivîlên Kurd ên li Efrînê mane de pêk tînin. Sûcên dijmirovî yên ku milîs dikin, di bin serpereştiya istixbarata dagirkeriyê de ji bo koçberkirina Kurdan ji Efrînê û bicîkirina niştedagîran pêk tên.
Di vê çarçoveyê de malpera Afrinpostê ji çavkaniyên xwe agahdar bû ku endezyarekî Kurd bi navê Fihmî Ebdo niha li zîndana Maratê ya ku ji aliyê milîsên “polîsên sivîl” ên istixbarata Tirkî ve tê birêbirin de ye.
Çavkaniyan teqez kirin ku zîndana Maratê ji du beşan pêk tê ku beşek ji aliyê “polîsên leşkerî” ve û beşa din ji aliyê “polîsên sivîl” ve tê birêvebirin û destnîşan kirin ku niha 300 mêr û 125 jinên Kurd di wê zîndanê de ne.
Ev hejmara li jor tenê di beşa “polîsên sivîl”de ye. Her wiha di beşa “polîsên leşkerî” de jî bi sedan ji girtiyên Kurd çi jin û çi jî mêr bi bihaneyên peywendiya wan li gel Rêveberiya Xweser, HPC, Asayîş, YPG û YPJ’ê hatin binçavkirin.
Ji xwe diyar e ku revandina sivîlan di çarçoveya bidestxistina fidyeyên malî de tên ku milîs her sivîlekî bêtirî çend caran direvînin û pereyan ji xwediyên wî dixwazin.
Her wiha dadgehên dagirkeriya Tirkî ti lêpirsîn û hesabî derbarê çekdaran de venakin û tenê li herêmê sembolîk in û rewatiyê didin hebûna dagirkeriyê.