Çekdaran li Idlibê 3 jin ku ji Şamê dihatin Efrînê revandin û îşkence kirin

AFRINPOST-Taybet

Komeke çekdaran li Idlibê 3 jin û zarokekê ku ji Şamê dihatin Efrînê ji bo niştedagiryê revandin.

Piştî ku revandin, ew şelandin û 2 rojan di zîndanan de îşkence li wan kirin.

Di vê derbarê de nûçegihanê Afrinpostê li bajarê Efrînê ragihand ku hinek çekdarên ji Idlibê, 3 jinên ku ji Şamê dihatin Efrînê şelandin. Di nava jinên revandî de, jineke 20 salî pev zaroka wê ya yeksalî hebû.

Nûçegihan da zanîn ku jinan gotin ku ew ji Şamê de hatin lê rastî ti astengiyan nehatin, dema ku gihîştin Idlibê çekdaran ew sekinandin. Lê ew milîs nehatin naskirin ku girêdayî kê ne.

Nûçegihan destnîşan kir ku milîsan piştî du rojan, ew jin li Idlibê berdan û wiha dewam kir;

Jinan herêma lê bûn, nas nedikirin, bi meşê xwe gihandin ser rêya sereke piştre li otomobîlan siwar bûn û çûn Efrînê.

Jina 20 salî berê hevjîna xwe li Efrînê ye, lingê wî di şerê Xûtayê de qut bûbû, diçû Efrînê gel wî.

Nûçegihan nikarî pereyên ku çekdaran ji wan jinan şelandin, diyar bike lê belê teqez kir ku jineke ji wan ji ber îşkenceya lê hatibû kirin, di nexweşxaneya Menar a taybet de ye.

Related posts