AFRINPOST-Taybet
Nûçegihanê Afrinpostê li bajarê Efrînê ragihand ku milîsên Îslamî yên ku gundê Xezawiyê yê Şêrawayê dagir kirine, 20 xwedekarên keç û xort dema berê xwe dabûn Helebê ji bo pêşkêşkirina ezmûnên refa 12 vegerandin.
Derbarê bûyerê de nûçegihan diyar kir ku rêbenda milîsên “Feyleq El-Şam” li gundê Xezawiyê xwendekar sekinandin û ji her yekî 400$ xwestin an jî dê ji nû ve vegerin malên xwe. Xwendekaran nedan û di encamê de ji pêşkêşkirina ezmûnên refa 12 bê par man.
Di nava şert û mercên hilweşîna lîreya Sûrî beramberî dolar de ku roj pey roj xirabtir dibe.
Li vê dawiyê her dolarekî Amerîkî beramberî lîreya Sûrî gihîşt 3000
Bi vê yekê fidyeya bidestxistina zanistê ya ku milîsên ”Feyleq El-Şam” ji xwendekaran xwestiye digihêje 1200000 L.S.
Di vê çarçoveyê de milîsan dê 24 milyon lîreyên Sûrî beramberî derbaskirina xwendekaran ji Helebê re bi dest bixistana.