Dagirkeriya Tirkî lîreya Tirkî li herêma Efrînê fermî dike

AFRINPOST-Taybet

Dagirkeriya Tirkî li bakurê Sûriyê, hewl dide bi gelek rê û rêbazan bi rêya ajanên xwe yên bi navê “Ceyş El-Wetenî El-Sûrî“ herêmên dagirkirî bi Tirkiyê ve girê bide.

Ji bo vê prosesê bi serî bike heta niha gelek tişt wek girêdana bajaran ji milê rêveberiyê de bi eyaletên Tirkî re girê dane û gelek tiştên din li ser erdê bi cî anîne.

Herî dawî dagirkeriyê bi bihaneya hilweşîna lîreya Sûrî beramberî dolarê Amerîkî li şûna lîreya Sûrî, lîreya Tirkî fermî kir.

Nûçegihanê Afrinpostê li Efrînê ragihand ku piştî dagirkeriyê lîreyên Tirkî li herêmê derbasî danûstandinê kirin, êdî şêniyên herêmê zor û zehmetiyan dikişînin.

Nûçegihan ji çavkaniyekê ragihand ku dema welatiyek ji bo kirîna dermanekî diçe dermanxaneyekê, tenê pereyên Sûrî pê re hene lê belê xwediyê dermanxaneyê jî tenê dermanan bi pereyên Tirkî difiroşe.

Ji ber vê yekê welatî neçar dibe ku pereyên Sûrî veguherîne pereyên Tirkî û tiştan bikire.

Çavkaniyekê ji Efrînê derbarê nirxên madeyên sereke li herêmê ev agahî parve kirin;

Sîlînderê(cere) gazê bi 50 lîreyên Tirkî ye ango bi Sûrî nêzîkî 25 hezarî ye

Nirxê ampêrekî elektirîkê 15 lîreyên Tirkî ye ango nêzîkî 6500 lîreyên Sûrî

Her rebteyeke nan bi 2 lîreyên Tirkî ye ango bêtirî 1000 lîreyên Sûrî

Nirxê lîtreyeke benzînê digihêje 4 lîreyên Tirkî ango bi qasî 1850 lîreyên Sûrî

Têkildarê bikaranîna lîreya Tirkî li herêmên dagirkirî, malperên ragihandinê yên ji dagirkeriyê û Ixwan Mislimînan re alîgir in, 15’ê Hezîranê ragihandin ku ya bi navê  “Opozisyona Sûrî” dê lîreya Tirkî li herêmên dagirkirî fermî bike.

Her wiha sekreterê giştî yê opozisyonê yê bi navê “Ebid El-Basit Ebid El-Letîf” aşkere kir ku opozisyon  û hikûmeta demkî ya Îxwanî bi şêweyekî giştî derfeta guherîna lîreya Sûrî bi ya Tirkî lêkolîn dikin. Hinceta wan jî hilweşîna lîreya Sûrî beramberî dolarê Amerîkî ye. Bi kurt û kurmancî dagirkeriya Tirkî li bihaneyan digere ku Sûriyê parçe bike.

Related posts