Çekdarên dagirkeriyê li Efrînê xort û zarokan ji bo bidestxistina madeyên hişbir bi kar tînin

AFRINPOST-Taybet

Çekdarên milîsên îslamî yên dagirkeriya Tirkî û Ixwan Mislimîn xort û zarokan li Efrînê ji bo armancên kêm û xerab bi kar tînin.

Milîs xort û zarokan dişînin dermanxaneyan da ku ji wan re madeyên hişbir bînin.

Ji ber tevlihevî û neçavdêriyê, madeyên hişbir li dermanxaneyên Efrînê belav bûne.

Nûçegihanê Afrinpostê li Efrînê ragihand ku milîsên dagirkeriyê hewl didin madeyên hişbir bi rêya zarokan ji dermanxaneyan bi dest bixin.

Çavkaniyekê li Efrînê ji Afrinpotê re axivî û wiha got:

Çekdarekî hewl da kurê min bixapîne, lê belê kurê min vegerî malê û ji min re got ku çekdarekî kaxezek da min da ku ez jê re ji dermanxaneyê bînim û wiha dewam kir;

Min ji kurê xwe re got ku kaxezê şanî min bike, min li kaxezê meyze kir ku li ser wê navê Captagon nivîsandibû û wiha axaftina xwe bi dawî kir;

Bikaranîna zarokan ji bo karên bi rengî dûrî exlaqê ye û zarokan fêrî madeyên hişbir dike.

Related posts