Li kampa Giwêlanê ya bi ser Dihokê ve 2 hevjînên Efrînî jiyana xwe ji dest dan

AFRINPOST-Taybet

Roja Sêşemê li berbangê du hevjînên Efrînî di bûyera şewata konekî li kampa Giwîla ya nêzîkî bajarê Dihûkê de jiyana xwe ji dest dan.

Nasekî wan derbarê bûyerê de li gel malpera Afrinpostê axivî û wiha got;

Xortê bi navê Ferhad Hesen Bekir ji bûyînên 1999’an û hevjîna wî Fule Îmad Oso ji bûyînên 2005’an piştî ku agir bi konê wan ket, jiyana xwe ji dest dan.

Derbarê sedemên pêketina agir de hê jî lêpirsîn berdewam in.

Related posts