Milîsên Îslamî û niştedagîr dest bi birîna daran li herajê taxa Mehmûdiyê dikin

AFRINPOST-Taybet

Çekdarên milîsên Îslamî yên dagirkeriya Tirkî ku bi navê Ceyş El-Wetenî naskirî ne, di birîna daran ji daristan û zeviyên herêma Efrînê de berdewam in. Milîs daran dibirin û li ser daxwaza zêde ya êzingan li herêmên dagirkeriya Tirkî pê bazirganiyê dikin.

Di vê çarçoveyê de nûçegihanê Afrinpostê li bajarê Efrînê ragihand ku milîsên Îslamî û niştedagîran dîsa dest bi birîna darên herajê taxa Mehmûdiyê li bajarê Efrînê kir ku êzingên wan jî li dikanekê li ser rêya Maratê-Efrînê difiroşin.

Nûçegihan destnîşan kir ku milîsên îslamî û niştedagîrên li Efrînê darên heraja Mehmûdiyê birîn û veguherandin erdekî bûr lê zêde kampek lê ava kir.

Li gorî nûçegihan milîs û niştedagîran ji Cejna Remezanê ve dest bi birîna daran kirine û wiha dewam kir;

Milîs û xwediyên wan ango niştedagîran di meha Remezanê de ji ber ku heram e, birîna daran rawestandin(Li gorî idîayên wan).

Herêma Efrînê ya dagirkirî ji dema ku ji aliyê dagirkeriya Tirkî û milîsên wê ve hatiye dagirkirin, rûbirû bi birîna darên daristan û zeviyên zeytûnê re dimîne. Nûçegihanên Afrinpostê derbarê bûyerên bi vî rengî gelek rapor bi belge amade kirin.

Related posts