Milîsên Îslamî li ser rêya Efrîn-Bilbilê pere ji welatiyekî Kurd şelandin

AFRINPOST-Taybet

Milîsên Îslamî yên bi navê  “Ceyş El-Wetenî, Ceyş El-Hur” û xwediyên wan di çarçoveya plana istixbarata dagirkeriyê ya xizankirin û birçîkirinê de û bi armanca Kurdan ji Efrînê koçber bikin, dizî û talankirina mal û milkên sivîlên Kurd li herêma Efrînê berdewam dikin.

Di vê çarçoveyê de çekdarên milîsên Îslamî yên dagirkeriya Tirkî roja Çarşemê 10’ê Hezîranê welatiyekî Kurd dema diçû mala xwe li navçeya Bilbilê şeland.

Nûçegihanê Afrinpostê ragihand ku welatiyê bi navê Mistefa Mihemed bi nasnav “Lawê Xoce” dema ji Efrînê diçû mala xwe li navçeya Bilbilê milîsan rêya wî girt û wiha dewam kir;

Piştî ku welatî Mistefa Qosa Efrînê derbas kir milîsan rê li wî girt û 400000 L.S jê şelandin.

Di wê derbarê de rêveberê Çavdêriya Sûrî ya Mafên Mirovan 30’yê Gulana borî got ku ti komeke çekdar li Efrînê nîne ku binpêkirin derheqê sivîlên Kurd li Efrînê nekirine.

Related posts