Li Efrînê diyardeya lêgerîna di nava gemarê de belav bûye

AFRINPOST-Taybet

Piştî ku dagirkeriya Tirkî û milîsên wê yên Îslamî herêma Efrînê dagir kirin û niştedagîr li herêmê bi cî kirin, bi şêweyekî pir diyardeya lêgerîna di gemardankan de belav bû.

Di vê çarçoveyê de çavkaniyekê ji hundirê Efrînê ji malpera Afrinpostê re ragihand ku piştî hatina niştedagîran ji Efrînê re diyardeya lêgerîna di gemardankan de gelekî zêde bû.

Li gorî çavkaniyê tenê niştedagîr serê xwe dixin gemardankan û li tiştan digerin û wiha dewam kir;

Piştî ku niştedagîran xêr û bêrên herêmê talan kir, ji bilî çûna Lîbya yan jî mirina ji birçîtiyê re li pêşiya wan ti bijarte neman ji ber vê yekê dest bi lêgerîna di gemardankan de kirin.

Ev diyarde berî dagirkeriyê li Efrînê tune bû lê belê piştî ku niştedagîr hatin navekî bi vî rengî bi ser herêmê ket.

Diyarbûna rewşeke bi vî rengî nîşan dide ku rewşa jiyanê li herêmê gihîştiye çi astê.

Çavkaniyê destnîşan kir ku li ser her gemardankekê de du kes tên dîtin û li tiştan digerin.

Bi dîtina dîmenên bi vî rengî tu dibêjî qey herêma Efrînê ewqas xizan e lê belê dema ku bi giştî were nasîn çawa û çi li herêmê hat talankirin, dê nas bibe ku herêm dewlemendtirîn dever li cîhanê ye.

Related posts