AFRINPOST-Taybet
Milîsên Îslamî sivîlên Kurd bi armanca bidestxistina pereyan direvînin. Revandinê yek ji rêbazên ku milîs ji destpêka dagirkirina Efrînê ve bi kar tînin,e ku istixbarata Tirkî bi armanca valakirina Efrînê ji Kurdan û rê li pêşiya vegera koçberan bigire, bi xwe serpereştiya prosesên revandinê dike.
Di vê çarçoveyê de milîsên dagirkeriya Tirkî roja Çarşemê 10’ê Hezîranê kalemêrekî Kurd bi navê Hesen Elî yê 75 salî, piştî 42 rojan ji revandinê bi bihaneya karkirina wî li gel saziyên Rêveberiya Xweser a berê(belavkerê nan bû) ku li ba wî firoşgehek hebû, berda.
Kalemêr ji şêniyên gundê Gemrûkê yê navçeya Mabeta ye. Ew di rojên destpêkê yên dagirkirina herêmê de ji mala wî ya li gund hatin revandin. Piştre otomobîla wî hat desteserkirin lê piştî pere dan, milîsan jê re vegerand. Li gorî agahiyan wê çaxê 2 heyvan girtî ma.
Rewşên binçavkirin û revandinê bi şêweyekî rojane bi hinceta peywendiya sivîlan li gel YPG û Rêveberiya Xweser a berê tên dubarekirin. Armanca milîsan ji revandin û binçavkirinê ew e ku xwediyên revandiyan şantaj bikin û li şûna berdana wan pereyan bi dest bixin.