AFRINPOST-Taybet
Careke din herêma Efrînê vegerî beriya sala 2011’an lê vê carê di bin sîwana dagirkeriya Tirkî û milîsên wê yên Îslamî de. Beriya sala 2011’an ji ber serweriya rêjîma Sûrî, Kurd bi dizîka fêrî zimanê xwe dibûn. Niha heman senaryo tê meşandin ku Efrînî dîsa piştî pêvajoyeke serbest ji fêrbûn û fêrkirina zimanê dayîkê di sîwana Rêveberiya Xweser de, vegerîn fêrbûna bi şêweyê veşartî.
Dagirkeriya Tirkî perwerdeya bi zimanê Kurdî li Efrînê qedexe kiriye ku îsal zimanê Kurdî derbasî lîsteya ezmûnan nekir û berevajî wê zimanê Tirkî fermi kir.
Sivîlên Kurd li Efrînê xwe radestî vê rastiya nû nekirin berevajî wê li hemberî planên dagirkeriyê û milîsên wê yên Îslamî alîkariya hev kirin û dest kirin destê hev.
Di vê çarçoveyê de welatiya bi navê Rojîn(ne navê orîjînal), dersên zimanê Kurdî bi şêweyekî veşartî dide.
Mamoste Rojîn li gel malpera Afrinpostê axivî û got ku ew waneyên zimanê Kurdî bi şêweyekî veşartî didin, ji ber ku eger bi me hesiyan dê çarenûsa me revandin be û wiha dewam kir; li ba min 16 xwendekar hene, ji çend mehan ve li Efrînê li cihekî waneyan didim, ji wan 6 xwendekaran asta sêyemîn bi dawî kirin û ji bo yên dîtir jî perwerdeya wan berdewam e.
Mamoste Rojîn di dema Rêveberiya Xweser de li peymangeha ziman û wêjeya Kurdî xwend û jê derçû. Piştre di dibistanan de waneyên zimanê Kurdî demekê dan.
Piştî ku dagirkeriya Tirkî û milîsên wê ve herêm bi giştî dagir kir, dest bi dûrxistina mamosteyên zimanê Kurdî ji dibistanan kir.
Di wê derbarê de Çavdêriya Sûrî ya Mafên Mirovan ragihand ku rêveberiya hîndekariyê ya dagirkeriyê di nîvê Îlona 2019’an de derdora 25 mamosteyan ku piraniyan wan jin bûn, ji dibistanên navçeya Cindirêsê bi bi dûr xistin û li şûna wan mamosteyên niştedagîr hatin erkdarkirin.