Şêniyên gundê Keferzîtê nehiştin milîsên“El-Hemze” keriyekî pez ê Kurdekî bidizin

AFRINPOST-Taybet

Milîsên Îslamî yên bi navê  “Ceyş El-Wetenî, Ceyş El-Hur” û xwediyên wan di çarçoveya plana istixbarata dagirkeriyê ya xizankirin û birçîkirinê de û bi armanca Kurdan ji Efrînê koçber bikin, dizî û talankirina mal û milkên sivîlên Kurd li herêma Efrînê berdewam dikin.

Di vê çarçoveyê de nûçegihanê Afrinpostê li navçeya Cindirêsê ragihand ku çekdarên milîsên“Firqeya El-Hemze” roja Çarşemê 10’ê Hezîranê  hewl dan keriyekî  pez ji 120 seriyanm, li dorhêla gundê Keferzîtê yê Cindirêsê bidizin lê belê şêniyên gund nehiştin ku keriyê pez were dizîn.

Nûçegihan diyar kir ku xwediyê pez û şivanê wî welatiyê Kurd ê bi navê Beşîr Kalo berê xwe dan gund û hawara şêniyan kirin da ku keriyê wî yên pez neyê dizîn. Dema ku hawara şêniyên gund kirin, şêniyan rasterast berê xwe dan cihê pez ku ji ber hejmara wan pir bûn, çekdar tirsiyan û reviyan.

Di van demên dawîn de hevkariya sivîlên Kurd li Efrînê li dijî dizî û talaniya çekdar û niştedagîran zêde û xurt bûye.

Bûyereke bi vî rengî 30’ê Gulanê li gundê Birc Heyderê rû da. Niştedagîran êrîşî mala şivanekî gund kir û hewl dan mihekê ji mala wî bidizin, lê belê hevkariya şêniyên gund bi xwediyê pez re rê li pêşiya plana niştedagîran girt û nehiştin miya şivan were dizîn.

Related posts