AFRINPOST-Taybet
Milîsên “Cebha El-Şamiyê” yên dagirkeriya Tirkî û Ixwan Mislimîn roja Pêncşemê mala malbateke Kurd ku beriya wê hatibûn revandin, desteser kirin û hemû tiştên wê dizîn.
Li gorî nûçegihanê Afrinpostê malbata ku mala wê hatiye desteserkirin bi bihaneya peywendiyên wê li gel Hêzên Sûriya Demokratîk QSD hatibû revandin.
Nûçegihan diyar kir ku mala desteserkirî li taxa Eşrefiyê ya bajarê Efrînê dikeve û bi taybet li kolana beramberî firina “Zad El-Xêr” e.
Îro nûçegihanê Afrinpostê navên endamên malbata ku hatiye revandin, belge kir ku ew jî wiha ne;
Osman Mecîd Nasan, hevjîna wî Zeyneb û 3 lawên wan Bangîn Osman Nasan û Mihemed Osman Nasan lê belê nûçegihan nikarî navê lawê sêyemîn belge bike.
Nûçegihan teqez kir ku milîs hêjî di malê de ne lê zêde li malên cîranên wê jî venêrîn ku di encamê de tansiyon û tirs li ba niştecihên kolanê çêkirin.
Rewşên binçavkirin rojane derheqê sivîlên Kurd de bi bihaneya peywendiya li gel YPG û Rêveberiya Xweser a berê bi armanca şantajkirina malbatan û bidestxistina fidyeyên malî beramberî berdana wan dubare dibin.
Malpera Afrinpostê Yekşema borî 7’ê Gulanê ragihandibû ku milîsên dagirkeriyê malbata Kurdî ji mala wan a li taxa Eşrefiyê revandibû. Li gorî Afrinpostê malbata Kurdî ji şêniyên gundê Rûta yê navçeya Mabetayê ye lê belê li Efrînê dijyan.