AFRINPOST-Taybet
Rêxistinên mirovî yên ji aliyê Tirkiyê ve tên birêvebirin, alîkariyên mirovî pêşkêşî malbatên Kurd nakin ji ber vê yekê malbatên Kurd bi xwe piştgiriya hev dikin êdî hevgirtina wan bûye striyek di qirika dagirkeriyê û ajanên wê yên Ixwan mislimîn de.
Afrinpostê li gel xêrxwazeke Kurd re peywendî kir û agahî derbarê çawaniya alîkariya malbatên Kurdî bi hev re agahî giritn.
Îvlîn(ne navê resen e) got ku ew nahêlin ku Kurd li Efrînê muhtacî milîsên Îslamî û dagirkeriyê bibin û wiha dewam kir;
Em li her malbateke Kurd û bi taybet ên xizan bi şêweyekî veşartî dipirsin. Em gelek kes in, alîkariyê di nava hev de kom dikin û bêyî ku ti kes bi me bihese ji wan re dişînin.
Îvîlînê di nava axaftina xwe de destnîşan kir ku ew alîkariyan ji malbatên xwedî pêwîstî re dişînin heta bêyî ku pê bihesin bê ka kî ji wan re dişîne. Em gavên bi vî rengî weke pêşîgirtina li siyaseta dagirkeriyê re dibînin û wiha axaftina xwe dewam kir; yan em pereyan an jî alîkariyên wek xwarinê dişînin. Beriya niha her zarokekî ku pêwîstiya wî bi birînkariyekê hebû me jê re pere kom kirin 200$ û ji wan re şandin.