Li bajarê Efrînê Niştedagîr pirtûkxaneyekê desteser dikin û vediguherînin cihê xwedîkirina kevokan

AFRINPOST-Taybet

Milîsên Ixwan Mislimîn ên dagirkeriya Tirkî û xwediyên wan ên niştedagîr bi zor û neçariyê desteserkirina mal û milkên koçberên Efrînê li herêmê berdewam dikin. Ew bi serbestî û tevî ku xwediyên hinek mal û erdan hene, tevdigerin, ne nirxên olî û ne jî yên exlaqî di ber çavan re derbas dikin û ti zagon jî tune ne ku rê li pêşiya sûc û binpêkirinên wan bigirin.

Di vê çarçoveyê de niştedagîrên ji Xûtayê pirtûkxaneya Bînos li taxa Efrîna Kevn desteser kir û veguherand cihekî xwedîkirina kevokan.

Çavkaniyeke taybet ji Afrinpostê re ragihand ku niştedagîrên bi navê Ebû Qûsey û Ebû Udey, Ebû Hemze û Ebû Ereb pirtûkxaneya welatiyê Kurd Subhî (Ebû Wîsal) ku ji bo firotina pirtûkan kesekî jê bi kirê biribû, ji salekê ve ye desteser kiriye û tê de kevokan xwedî dikin.

Xuya ye ku dagirkeriya Tirkî bi her rê û rêbazî hewl dide ku nîşaneyên herêmê biguherîne û û guhertina demografîk bi giştî pêk bîne ji ber vê yekê di kirinên xwe yên dermirovî derheqê sivîlên Efrînê de bê navbera û bi mebest berdewam dikin.

Related posts