Çekdarên milîsên Îslamî 500 darên 2 welatiyên Kurd ku birayên hev in, birîn

AFRINPOST-Taybet

Çekdarên milîsên îslamî yên bi navê “Ceyş El-Wetenî” naskirî ne, birîna darên daristan û zeviyan li tevahî herêma Efrînê ya dagirkirî didomînin. Çekdar daran dibirin û bazirganiyê bi êzingên wan dikin.

Di vê çarçoveyê de nûçegihanê Afrinpostê ragihand ku milîsên Îslamî beriya çend mehan ango zivistana borî li Efrînê 500 dar ên 2 welatiyên Kurd ku birayên hev in, bi armanca êzingan birîn. Nûçegihan bi bîr xist ku 300 dar ên welatiyê Kurd bi navê Reşîd Hisê ye.

Darên welatî Reşîd li ba ava gundê Avrazê yê navçeya Mabetayê ne ku milîsan ew ji kokê de birîn.

Her wiha 200 darên din jî yên birayê wî Hisên Hisê ne ku li beramberî çiyayê Hawarê ne û ew jî ji kokê ve hatin birîn.

Prosesa birîna darên herêma Efrînê ne cara yekê ye lê belê ji dema ku herêm hatiye dagirkirin û heta niha birîna daran bê navber tê kirin.

Related posts