AFRINPOST-Taybet
Çavkaniyeke taybet ji bajarê Efrînê ji malpera Afrinpostê re ragihand ku 2 çekdaran hewl dan niştedagîrekî bi navê “Ebû Yûsif El-Xûtanî” ku mala koçberekî Kurd dagir kiriye, dema ji bo nimêjê diçû mizgeftê li taxa Mehmûdiyê birevînin.
Çavkaniyê diyar kir ku çekdaran pêşbîn dikirin ku niştedagîrê kalemêr, kalemêrekî Kurd e û li ser wê bingehê hewl dan wî birevînin.
Li vê dawiyê çekdaran bi şêweyekî berfireh kalemêrên Kurd ên ku piştî keç û xortên wan ji ber kirinên milîsên dagirkeriyê ji herêmê koçber bûn û bi tenê man, direvînin.
Çavkaniyê ji Afrinpostê re destnîşan kir ku çekdaran bi destê niştedagîrê 60 salî girtin û hewl dan têxin otomobîlê û wiha dewam kir;
Niştedagîr qêriya û razî nebû têkeve otomobîlê ku piştre şênî hatin û çekdar ji otomobîlê reviyan berevajî wê dema ku çekdar hewl didin sivîlên Kurd birevînin, destwerdan çênabe û prosesa revandinê bi serî dibe.