AFRINPOST-Taybet
Milîsên Îslamî yên dagirkeriya Tirkî û Ixwan Mislimîn ji destpêka dagirkirina Efrînê sala 2018 ve, sivîlên Kurd bi pêkanîna rêzeteqînên ku li herêmê dibin, bi armanca ku berpirsyar neyê dîtin, tawanbar dikin.
Lê belê çalakvanên Efrînî teqez dikin ku milîsên dagirkeriya Tirkî bi xwe li pişt teqînên ku li herêmê dibin, in. Armanca milîsan ji kiryarên bi vî rengî tirsê û tevliheviyê li nava sivîlên Kurd de peyda bikin da ku wan ji herêmê bidin koçberkirin û li şûna wan koçberên ji herêmên din ên Sûriyê hatine, li Efrînê bi cî bikin.
Di vê çarçoveyê de nûçegihanê Afrinpostê li bajarê Efrînê ragihand ku ajanên dagirkeriyê 2 welatiyên Kurd bi navê Henan Koto û Ebdo ku li ofîsa firotina motorsikletan li herêma pîşesaziyê, li dorhêla firina Cûdî dixebitîn, bin çav kirin.
Nûçegihanê Afrinpostê derbarê binçavkirina wan de nikarî agahiyên têr bi dest bixistana lê tê zanîn ku welatî Henan ji gundê Aşka şerqî destpêka hefteyê ji aliyê ewlehiya sûcdariyê ve bi tawana teqemenîkirina motorsikletan tawanbarkirî bû, hat binçavkirin.
Li gorî agahî û nîşaneyên li ser erdê, yên ku bi pêkanîna teqînan radibin çekdar û niştedagîr in. Mînaka herî nêz û balkêş jî 7’ê Nîsana 2019’an dema ku li bajarê Efrînê niştedagîrekî hewl da ku li nêzîkî navenda milîsine Îslamî mayînek biçîne û di encamê de teqiya, aşkere bû.