Dayîka keçeke kurd ya di zîndanên milîsên “El-Hemze” de girtî ye ji bo berdana wê bangî cîhanê dike

AFRINPOST-Taybet

Milîsên Îslamî yên dagirkeriya Tirkî û Ixwan Mislimîn revandin û veşartina bi sedan ji keç û xortên herêma Efrînê ya dagirkirî ji destpêka êrîşên dagirkeriya Tirkî ku 20’ê Çileya 2020 pêk hatin, berdewam e, rewşa herî nêz û berbiçav jî rewşa Ehmed û hevjîna wî Nadiye ye.

Welatî Ehmed Reşîd ê 23 salî ji şêniyên gundê Bîbaka yê navçeya Bilbilê û hevjîna wî Nadiye Hesen Silêman a 20 salî ji şêniyên gundê Qizilbaşa yê heman navçeyê, piştî demeke kurt ji zewaca wan ji herêmên Şehbayê derketin û berê xwe dan bajarê Kobanê ku ji wir çûn Minbicê û ji Minbicê derbasî bajarê Cerablusê bûn.

Lê belê milîsên dagirkeriyê Ehmed li ser rêya Kefercen-Efrînê revand ji ber vê yekê hevjîna wî Nadiye berê xwe da mala xalê xwe, li wir demekê ma û li benda derketina hevjînê xwe ji zîndana milîsan ma. Piştî demekê xalê wê biryar da ku biçe Helebê ku ji ber vê yekê çû mala hevaleke xwe lê belê li wir pir nema ji ber ku deriyeyeke milîsan bi ser malê de girt û Nadiye û malbata li gel wan revandin.

Navê Nadiye di raporeke rêxistina Mafên Mirovan a Efrînê de diyar bû. Raporê destnîşan kir ku Nadiye di nava jinên girtî ên milîsan “Firqeya El-Hemze” de bû. Dema ku milîsên “Ehrar El-Şerqiyê” û “Ceyş El-Îslam” bi ser navenda “Firqeya El-Hemze” de(navenda asayîşê ya berê) girtin, Nadiyê li gel komeke jin di dîmenên ku belav bûn, hat dîtin û hêjî çarenûsa wê û hevjînê wê Ehmed heta roja îro ne diyar e.

Di vê çarçoveyê de malpera Afrinpostê li gel dayîka Nadiye bi navê Zînet ku li Şehbayê koçber e, hevdîtinek pêk anî.

Dayîka Nadiye di hevdîtinê de wiha got: “Ez ji şêniyên gundê Qizilbaşa yê navçeya Bilbilê me, navê keça min Nadiye ye, em ji Efrînê derketin û hatin Til Rifetê.”

Dayîka Nadiye axaftina xwe li gel Afrinpostê wiha dewam kir; ji du salan ve em tiştekî derbarê keça xwe de nizanin, ne derbarê wê de û ne jî yê hevjînê wê de ti tiştî nizanin û wiha çîroka keça xwe anî ziman; destpêkê hevjînê wê hat revandin piştre keça min çû mala xalê xwe heta ku hevjînê wê tê berdan, li wir ma, lê belê xalê wê çû Helebê ji ber vê yekê neçar ma ku biçe gel hevala xwe û li wir ma.

Dayîka Nadiye di dawiya axaftina xwe de wiha got: Dewriyeyeke milîsan bi ser mala hevala keça min de girt û ew pev malbatê revandin û wiha domand; hêvîdar im ku keça min were berdan, min gelekî bêriya wê kiriye û dilê min bi ser de dişewite, bi taybet hevjînê min miriye, ez bi tenê mame û li bendê wê me.

Related posts