Milîsên dagirkeriya Tirkî 5 kes ji malbateke Efrînî li taxa Eşrefiyê revandin

AFRINPOST-Taybet

Milîsên Îslamî sivîlên Kurd bi armanca bidestxistina pereyan direvînin. Revandinê yek ji rêbazên ku milîs ji destpêka dagirkirina Efrînê ve bi kar tînin,e ku istixbarata Tirkî bi armanca valakirina Efrînê ji Kurdan û rê li pêşiya vegera koçberan bigire, bi xwe serpereştiya prosesên revandinê dike.

Di vê çarçoveyê de nûçegihanê Afrinpostê ragihand ku milîsên dagirkeriya Tirkî roja Yekşema derbasbûyî 7’ê Hezîranê, malbateke Kurdî ji mala wê ya li taxa Eşrefiyê revandin.

Nûçegihan diyar kir ku milîsên Ixwanî bi ser mala welatiyê Kurd bi navê Osman Mecîd Nasan de girtin û ew û 3 lawan pev hevjîna wî revandin û birin cihekî ne diyar.

Nûçegihan destnîşan kir ku malbata Kurdî ji şêniyên gundê Rûta yê navçeya Mabeta ye lê belê li Efrînê dijîn.

Rewşên binçavkirinê li Efrînê bi şêweyekî dubare bi bihaneya danûstandina li gel YPG’ê û Rêvebewriya Xweser tên kirin. Armanc jî ew e ku malbatan şantaj bikin û ji xwediyên wan pereyan bi dest bixin.

Ji dema ku Efrîn hatiye dagirkirin û heta niha prosesên revandin, dizî û talaniyê bi şêweyekî mezin tên kirin. Milîsên Ixwanî di bin navê xenîmeyan û li pêşiya kamereyan û ajansên nûçeyan ên Tirkî û cîhanî bê pirs û hesab van sûc û binpêkirinan dikin.

Related posts