Milîsên Îslamî bêtirî 3000 dar li Şêrawayê şewitandin û 300 jî li Mabetayê birîn

AFRINPOST-Taybet

Milîsên Îslamî yên dagirkeriya Tirkî û Ixwan Mislimîn ên bi navê “Ceyş El-Wetenî El-Sûrî ” xwe dispêrin şewitandina zeviyên çandiniyê û bi taybet zeviyên genim û ceh lê zêde bi zanabûn daristanên herêmê dişewitînin. Şewitandina zevî û daristanan di çarçoveya ku zirarê bigihînin cotkaran û vîn û berxwedaniya wan têk bibin de tê.

Di vê çarçoveyê de milîsên Îslamî agir bi darên zeytûnê yên şêniyên gundê Birc El-Qas û Kalûtê li navçeya Şêrawayê xist ku di encamê de bêtirî 3000 darên zeytûnê lê zêde darên herajê şewitîn.

Li gorî nûçegihanê Afrinpostê darên ku hatine şewitandin ên welatî Necîb Hemade, Elî Hemade, Îsmet Hemade, Elî Xidiro û Hesen Ritlo ne.

Di vê çarçoveyê de milîsan Îslamî darên zeytûnê li gundê Qarqînê li navçeya Mabetayê birîn. Nûçegihanê Afrinpostê li navçeyê diyar kir ku milîsên “El-Hemze”  bêtirî 300 darên zeytûnê yên welatiyên Kurd li gund birîn.

.

Related posts