Çekdarên dagirkeriyê bi rêya şewitandina daran tola xwe ji berxwedana çiyayê Hawarê hiltînin

AFRINPOST-Taybet

Ji dema ku dagirkeriya Tirkî Efrîn dagir kiriye, her tiştê wê ji xwe re dihesbîne. Milîsên dagirkeriya Tirkî yên bi navê Ceyş El-Hur ên tevgera Ixwan Mislimîn ku weke rêxistineke terorîst naskirî ye di binpêkirinên xwe derheqê sivîlên Kurd ên Efrînê de berdewam in.

Milîsên Îslamî yên dagirkeriya Tirkî û Ixwan Mislimîn zeviyên genim û ceh dişewitînin lê zêde bi zanabûna daristanan û bi taybet piştî dagirkeriyê bi rengekî berfireh dişewitînin. Armanc ew e ku zirarê bigihînin cotkarên herêmê û vîna wan têk bibin.

Di vê çarçoveyê de dagirkeriya Tirkî û çekdarên wê agir berda çiyayê Hawarê. Şewitandina zeviyan di çarçoveya tolhildana ji xwezaya Efrînê ya ku li pêşiya dagirkeriyê û milîsên wê ve bû asteng tê.

Çavkaniyekê ji hundirê Efrînê ji Afrinpostê re ragihand ku dagikerî û milîsên wê agir bi çiyayê Hawarê ya li nêzîkî gundê Dîkê ya navçeya Raco xist.

Çavkaniyê destnîşan kir ku dagirkeriya Tirkî weke çawa guhertina demografîk pêk tîne dixwaze heta xwezaya Efrînê jî pê re biguherîne.

Dagirkeriyê beriya wê bi du rojan dîsa agir berdabû çiyayê Hawarê ku wê çaxê dagirkeriyê darên herajê yên çiyayê ku pê herêm tê naskirin, şewitand.

Herêma Efrînê ji destpêka dagirkeriya Tirkî ve 18 Adara 2018’an rûbirû bi şewat û hilkirina daran re dimîne ku milîsan bi hezaran ji darên zeytûnê û yên daristanan li çiyayê herêmê bi bihaneya hebûna endamên Yekîneyên Parastina Gel YPG şewitandin.

Related posts