AFRINPOST-Taybet
Milîsên Îslamî sivîlên Kurd bi armanca bidestxistina pereyan direvînin. Revandinê yek ji rêbazên ku milîs ji destpêka dagirkirina Efrînê ve bi kar tînin,e ku istixbarata Tirkî bi armanca valakirina Efrînê ji Kurdan û rê li pêşiya vegera koçberan bigire, bi xwe serpereştiya prosesên revandinê dike.
Di vê çarçoveyê de “Desteya Zagonî ya Kurdî” got ku çekdarên dagirkeriya Tirkî bi serpereştiya istixbarata wê, hemleyeke biserdegirtinê li gundewarê Efrînê û bi taybet li dijî şêniyên gundê Raca yê navçeya Mabetayê pêk anî.
Desteya Zagonî ji çavkaniyekê ji gund bi bîr xist ku çekdarên milîsên Cebha El-Şamiyê roja Înê 5’ê Hezîranê û wek cara duyemîn bi ser gundê Raca de girtin û hinek welatiyên Kurd revandin ku navên wan jî wiha ne;
Horîk Nasan lawê Reşîd 37 salî, Ezîz Hisên lawê Şêxo 60 salî, Hemîd Ibrahîm lawê Xelîl 70 salî, Azad Ibrahîm lawê Cemîl 30 salî
Li gorî desteyê çekdaran ew ji gund revandin û birin cihekî ne diyar.
Desteya Zagonî ya Kurdî bi bîr xist ku beriya deh rojan milîsan bi ser gund de girtibûn, wê demê welatiyên bi van navan revandibûn; Hisên Şêxo Mixtarê gund, Betal Mihemed Şêxo, Elî Hemo, Heysem Remzî Hecî Hemo, Henîf Arif Şere û Henîf Henan û wiha dewam kir; piştî deh rojan ji revandina wan û beramberî fidyeyeke malî ew berdan.
Xuya ye ku prosesa revandinê û piştre berdan û ji nû ve revandinê bûye navgîneke şantaja malî li dijî xwediyên revandiyan.
Lê belê dagirkeriya Tirkî dixwaze bi rêya girtina garantiyên malî ji revandiyan beramberî serdestberdana wan, revandinê û fidyeyên malî rewa bike.
Eger xwediyên revandiyan pereyan nedan milîsan, wan li gel xwe dihêlin û wek rewabûnekê ji xwe re bidin nîşandan, bi şêweyekî sembolîk derbasî dadgehan dikin.
Derbarê dadgehên niştedagîran de, niştedagîr bi xwe wan nas nakin. Di 5’ê Nîsana derbasbûyî de û di nava xwepêşandaneke niştedagîrên El-Ristenê de ji ber binçavkirina yê bi navê “Ramî Tilas” sermilîsê “polîsên sivîl”, niştedagîrekî bi navê “El-Şeyx Abdullah” got ku ew tenê dixwazin dadwerekî Tirkî wî darizîne û ji bilî wî ti kesî ji dadwerên milîsan qebûl nakin.