Dagirkeriya Tirkî çekdarên xwe yên birîndar ji Lîbya vedigerînin gel malbatên wan li Efrînê û ti alîkariyên tenduristî û darayî ji wan re pêşkêş nake

AFRINPOST-Taybet

Nûçegihanê Afrinpostê li navçeya Mabetayê ragihand ku dagirkeriya Tirkî beriya 3 rojan, 8 çekdarên xwe yên birîndar ji qadên şer ên Lîbya vegerandin herêmên ku milîsên “Lîwa Semerqend” dagir kirine ango navçeya Mabetayê.

Nûçegihan destnîşan kir ku çekdarên vegerîne gel malbatên xwe, bi şêweyekî mezin astengdar bûne û dagirkeriya Tirkî ti alikariyên tenduristî yan pere ji wan re pêşkêş nekirin û wiha dewam kir;

Milîsan di nava hefteya borî de derdora 40 çekdar kom kir û ji bo şerê Lîbya şandin.

Di heman çarçoveyê de nûçegihanê Afrinpostê li bajarê Efrînê ragihand ku artêşa dagirkeriya Tirkî çekdarên din ji Lîbya piştî ku bi giranî birîndar bûn vegerandin.

Di nav çekdarên vegerandî de, yê bi navê “Hemze” ji milîsên “Firqeya El-Hemze” ji şêniyên Rityan ê gundewarê Helebê û rewşa çekdarê bi nave “Ebû Lûey” ji milîsên “Firqeya Sultan Mûrad” ji şêniyên bajarê Humsê ku bi giştî felc bûye, her wisa çekdar “Ebû Xelîl” ji şêniyên gundê Aqîbê û bi parçeyan birîndar bûye, hene.

Nûçegihan destnîşan kir ku milîsên “Firqeya El-Hemze”, 70 çekdarên şandin cihê kombûnê li bajarê Marê da ku ji wir bişînin Lîbya.

Related posts