Kê akademisyenê Kurd Riyad Menla revand û çarenûsa wî niha çi ye?

AFRINPOST-Taybet

Afrinpost ji çavkaniyên xwe roja Duşemê agahdar bû ku akademisyenê Kurd Dr.Riyad Menla di zîndaneke milîsên “El-Hemze” li bajarê Babê de ye.

Çavkaniyan diyar kir ku hemû revandiyên gundê Cûqê ku hejmara wan 5 in di nav de Dr.Riyad Menla, hêjî di zîndana Zîraya ya bajarê Babê ya milîsên “Firqeya El-Hemze” de ne.

Çavkaniyan teqez kirin ku akademisyenê Kurd 23’ê Îlona 2018’an de li bajarê Efrînê û bi taybet li ser otostrada Xerbî li pêşiya ofîsa El-Seadê ji aliyê çekdarên “El-Hemze” ve hat revandin, ew niha li bajarê Babê di zîndana Zîraya de ye û tenduristiya wî baş e.

Dr.Riyad pisporê warê bazirganî û aboriyê ye, ew xwediyê dibistana “El-Esdîqa” ya taybet bû her wiha xwaringeha “Çiyayê Hawarê” ya wî bû ku hêzên dagirkeriya Tirkî ji xwe re kirin navend û piştre radestî milîsên “Firqeya El-Hemze” kirin.

Di rojên destpêkê piştî ku Efrîn hat dagirkirin, hemû amûr, mase, kursî û beradeyên xwaringeha wî hatin dizîn her wiha tiştên di hundirê dibistana wî jî û depoyê wê bi giştî bi bihaneya ku ew xenîme ne, hatin dizîn.

Her wiha milîsan mala Dr.Riyad a li kêleka bajarê lîstikên zarokan dikeve, piştî dayîk û hevjîna wî jê derxistin, desteser kir.

Related posts