AFRINPOST-Taybet
Nûçegihanê Afrinpostê li navçeya Mabeta roja Duşemê detayên nû derbarê şert û mercên revandina 5 welatiyên Kurd di nav de jinek ji gundê Cûqê û cihên lê girtî ne her wiha yên berpirsyar ji revandina wan aşkere kir.
Nûçegihan got ku komeke çekdarên milîsên “El-Hemze” 6’ê Îlona 2018’an saet 5’ê Sibehê bi ser 5 malên welatiyên Kurd de girtin û navên wan jî wiha ne; Mihemed Menla Mihemed lawê Ebid El-Kerîm 42 salî, Ebid El-Menan Menla lawê Tahir 65 salî û Tahir Menla Mihemed lawê Ebid El-Menan 23 salî
Nûçegihan destnîşan kir ku koma çekdar ku sermilîsê ewlehî yê bi navê Ehmed Zekûr û Ebû Ebdo El-Boşî bi rê ve dibir, êrîşî kalemêrê bi navê Ebid El-Kerîm bavê revandî Mihemed Menla Mihemed kir û gule li nava lingên wî barandin piştre ew bi zorê derbasî odeya wî kirin.
Nûçegihan teqez kir ku koma çekdar ya milîsên “Firqeya El-Hemze” ji gundê Dargirê yê navçeyê hatibûn û Rûken Menla Mihemed keça Ebid El-Menan 27 salî û hevjînê wê Kawa Cemal Umer 35 salî ji mala wan revandibûn û piştre vegerîn gundê Cûqê da ku revandina endamên din ên malbata Rûkenê ku ew jî bira û bavê wê ne, birevînin.
Nûçegihan destnîşan kir ku koma çekdaran rasterast berê xwe da mala welatiyê bi navê Ferîd Şêx Hemo û her du lawên wî Arif Ferîd Şêx Hemo 21 salî û Mihemed Ferîd Şêx Hemo 22 salî revandin û piştre hemû revandî birin navenda xwe ya li Efrînê(avaniya asayîşê ya berê).
Koma çekdaran revandî li wir 17 rojan di zîndanê de hiştin ku piştre mêr birin zîndana Zîraya ya li bajarê Babê. Ji xwe jî Rûken Menla Mihemed di dîmenê ku piştî niştedagîrên Xûtayê bi ser naveda “Firqeya El-Hemze” li bajarê Efrînê de girtin, diyar bû.
Nûçegihan destnîşan kir ku demeke berê xwediyên revandiyan serdana zîndana Zîraya li bajarê Babê kirin û teqez kirin ku hemû revandî li wir bûn.
Li gundê Cûqê yê Mabetayê di rojên yekem a dagirkirinê de xortê Kurd bi navê Hisên Emîn lawê Enîs 35 salî ku ji xwediyên pêwîstiyên taybet e revandin û hêjî çarenûsa wî ne diyar e.