Dagirkeriya Tirkî ji sermilîsên Îslamî yên Ixwanî li Efrînê bi hêrs bûne

AFRINPOST-Taybet

Sermilîsên Îslamî yên Ixwan Mislimîn ti qîmeteke wan li ba dagirkeriya Tirkî li Efrînê nemaye, êdî ew ji bo dagirkeriya Tirkî bûne êzin û wan li Lîbya û Yemenê dişewitîne.

Di vê çarçoveyê de nûçegihanê Afrinpostê ragihand ku sermilîsên Ixwan Mislimîn hem ji aliyê niştedagîran ve û hem jî ji aliyê dagirkeriyê ve nayên pejirandin ku dagirkeriya Tirkî li vê dawiyê razî nebû ku nobedaran deynin pêşiya malên wan.

 Afrinpost ji çavkaniyên xwe yên hundirê Efrînê ve agahdar bû ku Enqere nehişt ku nobedar li pêşiya malên sermilîsên Îslamî bisekinin û wiha çavkaniyê dewam kir;

Ew sermilîs êdî li ba dagirkeriya Tirkî bûne êzing, wan li Lîbya û Yemenê dişewitînin.

Çavkaniyê destnîşan kir ku piştî bilindbûna nirxê dolar beramberî Lîreya Sûrî, bijarteya tekane li pêşiya çekdaran, çûna şerê Lîbya û Yemenê ma yan jî ji birçîtiyê re rûbirû bimînin û wiha dom kir: her sermilîsekî nobedar datînan pêşiya malên xwe da ku wan biparêzin, lê belê Tirkiyê rê li pêşiya wan girt û êdî li Efrînê her tişt di destê milîsên “polîsên leşkerî” de ma.

Piştî ku dagirkeriya Tirkî ew xistin navbera du bijarteyan an biçin Tirkiyê yan jî rûbirû bi birçîbûnê re bimînin, sermilîs û çekdar li Efrînê li çavkaniyên pereyan digerin.

Têkildarî rewşa dawîn a çekdaran li Efrînê, meha Hezîranê çavkaniyekê da zanîn ku tabûrên ku dagirkeriya Tirkî bo şerê Lîbya bi rê dikî, têra hemû çekdaran nake û destnîşan kir ku ji ber siyaseta birçîkirinê ya ku dagirkeriya Tirkî li ser çekdaran dimeşîne, çekdar û sermilîsên wan bêtir mal û milkên sivîl û koçberên Efrînê talan dikin.

Related posts