Milîsên “Ceyş El-Şerqiyê” li gundê Xalta yê Cindirêsê bi bihaneya hebûna kuştiyên wan li Lîbya, dewatek xira kir

AFRINPOST-Taybet

Termên çekdarên milîsên Îslamî yên bi navê “Ceyş El-Hur” naskirî ne ku dagirkeriya Tirkî ew bi pereyan û bi zorê şandibûn Lîbya bi şêweyekî dubare digihêjin herêma Efrînê ya dagirkirî.

Di vê çarçoveyê de nûçegihanê Afrinpostê teqez kir ku sermilîsekî “Ceyş El-Şerqiyê”bi navê Ebû Ehmed li navçeya Cindirêsê roja Pêncşem û Înê yên meha Hezîranê dewatek piştî saetekê ji destpêkirinê li gundê Xalta bi bihaneya hebûna çekdarên wan ên kuştî li Lîbya, xera kir.

Nûçegiha diyar kir ku milîsan ji xwediyên zava, bi bihaneya ku kuştiyên wan li Lîbya hene ku Kurd hemwextî wê şahiyan li dar dixin, xwestin ku rasterast dewatê bisekinîne û her kes biçe malên xwe.

Related posts