AFRINPOST-Taybet
Şandina çekdarên milîsên Îslamî yên dagirkeriya Tirkî û Ixwan Mislimîn ên bi navê “Ceyş El-Hur ” naskirî ne, bo Lîbya da ku li gel milîsên Hikûmeta Wîfaqê li dijî artêşa niştîmanî ya Lîbî şer bikin, berdewam e.
Di vê çarçoveyê de komeke din yeke mezin ji çekdarên milîsên Îslamî sibeha roja Şemiyê ji navçeya Mabeta û Bilbilê derketin û berê xwe dan derbasgeha Bab El-Selame li Ezazê ku dê ji wir weke kujerên bi pereyan derbasî Lîbya bibin û li gel hikûmeta Wîfaqê ji bo berjewendiya Tirkiyê şer bikin.
Koma nû ji 110 çekdarên ji milîsên “Firqeya Sultan Mûrad” pêk hat. Dagirkeriyê ew li gundên navçeya Bilbilê komî ser hev kirin ku ji wir bi 3 otobûsên Tirkî û 4 otomobîlên Toyota veguhestin derbasgeha Bab El-Selamê da ku ji wir tevlî kombûna li Hîwar Kilsê bibin û ji wir derbasî şerê Lîbya bibin.
Milîsên “Ceyş El-Nuxbe” jî derdora 30 çekdarî ji navendên xwe ya li gundê Emara ya Mabetayê û gundê Meydankê yê navçeya Şera kom kirin û bi şêweyekî cuda şandin Hîwar Kilsê.
Di heman çarçoveyê de dewriyeyeke istixbarata Tirkî berê xwe da navendên milîsên “Ehrar El-Şerqiyê” li taxa navenda çandê û kolana Vîllat ya Efrînê. Li wir şiyarî da sermilîsan ku komeke din ji çekdaran bi armanca şandina wan bo şerê Lîbya di nava hefteyekê amade bikin û eger amade nekirin dê hemû çekdarên milîsan biqewtînin derveyî herêma Efrînê.