AFRINPOST-taybet
Afrinpost hinek dîmen bi dest xistin tê de diyar dibe çawa dagirkeriya Tirkî aliyê bakur li devera Nebî Hûrî ku bi navê xwe yê dîrokî Sîros naskirî ye, dikolin û vedidin lê zêde ew dever bi şêweyekî mezin wêran kiriye.
Hinek çavkaniyan ji Afrinpostê re teqez kir ku dagirkeriya Tirkî hewl dide li aliyê rojhilat ê mezarê Nebî Hûrî hewl dide ku baxçeyekî ava bike û wiha dewam kir;
Dagirkeriyê çeperê kevn ê mezarê Nebî Hûrî rakir.
Çavkaniyê di dewama axaftina xwe de da zanîn ku dagirkeriya Tirkî di bin navê reformkirinê de dixwaze karên vedan û kolanê yên bi armanca lêgerîna li parçeyên dîrokî veşêre.
Ajanseke Tirkî di nîvê meha Gulana borî de nûçeyek belav kir û tê de diyar kir ku gerînendetiya Ewqafê ya eyaleta Hatay, mezarê Nebî Hûrî yê şûnwarî û mizgefta Umer bin El-Xetab a li navenda navçeya Şiyê reform dike.
Li gorî ajansê derdora 40 kesî ji pispor û karkeran bi karê reformkirinê re mijûl dibin û tê pêşbînkirin ku karên reformkirinê dê dawiya vê salê bi dawî bibe.