AFRINPOST-Taybet
Li herêma Efrînê ya dagirkirî dagirkeriya Tirkî milîsên Îslamî neçarî du bijarteyan dikin, yan tevlî nava şerê Lîbya bibin an jî ji birçîbûnê re bimirin. Ji ber vê yekê êdî milîs li pereyan digerin.
Di vê çarçoveyê de çavkaniyekê ji Afrinpostê re ragihand ku tabûrên çûyîna bo şerê Lîbya têra hemû çekdarên ku ji bo 2000$ dixwazin tevlî şerê Lîbya bibin, nakin.
Çavkaniyê destnîşan kir ku 2 çekdar çûn gel nasekî wan û ew jî bi xwe ji Xûtayê ye û mala koçberekî Kurd li navîna bajêr dagir kiriye û ji wî re çeka RPG ya dijmertalan pêşniyar kir.
Çavkaniyê diyar kir ku destpêkê niştedagîr razî nebû, piştre her çekdaran li ber wî niştedagîrî gerîn û jê re gotin ku pere bi wan re nemane ji ber vê yekê niştedagîr 10000L.S dan wan û piştre her du çekên RPG ji wan birin lê belê bi wan re şert danî ku eger ew çek neyên firotin dê pereyan ji wî re vegerînin.
Çavkaniyê ji axaftina her du çekdaran ragihand ku çekdaran ji niştedagîr re gotin ku wan xwe li gorî çûna Lîbya bi rêxistin kiribûn lê belê hêjî navê wan ê tevlîbûna şer nehatiye.
Çavkaniyê bal kişand ser siyaseta birçîkirinê ya dagirkeriya Tirkî û got dagirkeriya Tirkî da ku bêtir çekdaran tevlî şerê li Lîbya bike pere li ser wan qut kirine her wiha dixwaze bi vê yekê çekdar mal û milkên sivîlan bêtir talan bikin.