AFRINPOST-Taybet
Piştî teqîna dawîn a ku li navçeya Cindirêsê di 1’ê Hezîranê de pêk hat ku sermilîsekî Îslamî armanc girt, çalakvanan wêneyek li sosyal medya tê de niyetên Tirkiyê yên tevlîkirina Efrînê bi ser Tirkiyê ve nîşan dide, belav kir her wiha zemîna vê yekê ji bo şêniyên herêmê jî amade dike.
Di wêneyê de pankarteke rê li navîna navçeya Cindirêsê heye û li ser wê bi zimanê Erebî û Tirkî hatiye nivîsandin lê belê pankartê serlêder û kesên biyan nîşanî rê û cihên Efrînê nedikir berevajî wê rêya ber bi Rîhanî û Hatayê ve yên Tirkî nîşan didan weke ku Efrîn bû parçeyek ji erdên Tirkiyê.
Derbarê sepandina zimanê Tirkî li herêmê jî, di çarçoveya hewldanên dagirkeriya Tirkî ji xemilandina Efrînê bi rengê Tirkî de tê ku li ser her pankartekê li kêleka zimanê Erebî, yê Tirkî jî û her tiştê giştî û taybet ên ku dagirkerî û ajanên wê yên bi navê “meclisên navxweyî” bi rê ve dibe, vediguherîne zimanê Tirkî.
Dagirkeriya Tirkî li ser her proje û karên rojane yên saziyan ku ew fînanse dike, serwer e. Ew bi wan proje û saziyan re weke ku saziyên li nava erdê Tirkiyê ye dide û distîne her wiha ji aliyê rêvebirinê ve beşekî bi eyaleta Kilsê ve û yê din bi eyaleta Hatayê ve girê daye.