AFRINPOST-Taybet
Milîsên Îslamî yên dagirkeriya Tirkî û Ixwan Mislimîn li herêma Efrînê lîstika (pisîk û mişk) dilîzin ku milîs rola navbeykariyê di navbera çekdarên ku şerê hev dikin, dilîzin. Êdî di nava serweriya zagona daristanê û tevliheviya çekdarî bi planên Enqereyê bûye rewşeke normal.
Her wiha di navbera milîsên Îslamî yên bi navê “Çeyş El-Wetenî El-Sûrî” di heman çarçoveyê de heman rolan di nava hev de dilîzin ku milîsin ji herêmekê derdikevin û yeke din li şûna wan tê û rewş her dem wek xwe dimîne bi serenava dizî, talanî, revandin û şantajkirin.
Di vê çarçoveyê de nûçegihanê Afrinpostê li bajarê Efrînê ragihand ku milîsên“polîsên leşkerî” ku navenda milîsên “Firqeya El-Hemze” kontrol kiribû, roja Sêşemê ji nû ve vegerînin navenda xwe li Efrînê.
Malperên alîgir ji dagirkeriya Tirkî û Ixwan Mislimîn re teqez kirin ku nûnerine ji milîsên “Firqeya El-Hemze” li gel niştedagîrên ji gundewarê Şamê hatine, peymanek îmze kir.
Peyman li ser kuştina çekdarekî milîsan ku piştî wê pevçûnê niştedagîran bi ser navenda milîsan de girt û aşkere bû ku jinên girtî di zîndanên wan de hene û wiha dewam kir; peyman bi şêweyekî nivîskî li ser rûpelekê, êvara Înê 29’ê Gulanê piştî ku li Efrînê xwepêşandaneke girseyî ji aliyê niştedagîran ve û daxwaza wan a bidarvekirina kujeran û qewitandina milîsan ji Efrînê, pêk hat.
Di peymanê de wiha hat gotin; milîsên “Firqeya El-Hemze” soz dide ku her sermilîsekî yan çekdarekî tê xwestin derbasî dozgeriyê bike û heta dawiya hukimê wê neyê berdan, lê zêde valakirina navenda xwe(berê navenda asayîşê bû) û heta ku dadkirin bi dawî nebe û bi razîkirina her du aliyan dê neyê xebitandin.
Girêdayî heman çarçoveyê, piştî ku Afrinpostê agahî derbarê veguhastina milîsên “Firqeya El-Hemze” ya girtiyên jin ji zîndana dibistana bazirganiyê ya amadehî ku girêdayî “polîsên leşkerî” ye, jinên girtî birin cihekî nediyar.
Nûçegihan tercîh kir ku dibe milîsên “El-Hemze” jinên girtî biribin navendên xwe yên li gundê Kîmarê û tercîheke din jî heye ku dibe ew vegerandibin navenda xwe ya berê(navenda asayîşê ya li taxa Mehmûdiyê)