AFRINPOST-Taybet
Bi sedan ji sivîlên Kurd ên Efrînî ku ji rojên destpêkê yên dagirkeriya Tirkî û Ixwan Mislimîn ve (2018) hatine revandin û veşartin, heta niha çarenûsa wan ne diyar e.
Di vê çarçoveyê de nûçegihanê Afrinpostê li navenda navçeya Bilbilê ragihand ku hê jî çarenûsa nediyar a bira û xwîşka wî ji şêniyên navçeyê ku ji destpêka dagirkirina Efrînê ve hatibûn revandin ne diyar e.
Li gorî nûçegihan 23’ê Adara 2018’an ango piştî 5 rojan ji dagirkirina Tirkî û milîsên wê ji Efrînê re, xortê bi navê Hemze Şaban Îbrahîm ji bûyînên 1992 û xwîşka wî Asya Şaban Îbrahîm ji bûyînên 2002’an ji şêniyên gundê Xelîlaka yê navçeya Bilbilê wenda bûn û agahî derbarê wan de ji wê rojê de qut bûn.
Nûçegihan diyar kir ew her du ji ser xaçerêya gundê Hesendêra hatin revandin û heta niha çarenûsa wan ne diyar e.
Têkildarî berdana girtiyên revandî ji zîndanên dagirkeriyê û çekdarên wê, Saziya Malbatên Girtiyan a Efrînê, 1’ê Nîsana borî daxwaz ji desthilatên dagirkeriya Tirkî kir ku milîsên wê yên Îslamî yên bi nave “Ceyş El-Wetenî El-Sûrî” kesên revandî berdin. Daxwaza Saziya Malbatên Girtiyan hemwextî rêkarên wek wê li piraniya dewletên cîhanê ku ji ber metirsiyên şewba koronayê û bi taybet li Tirkiyê hat.