AFRINPOST-Taybet
Milîsên Ixwan Mislimîn ên dagirkeriya Tirkî û xwediyên wan ên niştedagîr bi zor û neçariyê desteserkirina mal û milkên koçberên Efrînê li herêmê berdewam dikin. Ew bi serbestî û tevî ku xwediyên hinek mal û erdan hene, tevdigerin, ne nirxên olî û ne jî yên exlaqî di ber çavan re derbas dikin û ti zagon jî tune ne ku rê li pêşiya sûc û binpêkirinên wan bigirin.
Di vê çarçoveyê de nûçegihanê Afrinpostê li navçeya Mabeta ragihand ku welatiyekî Kurd ji gundê Rûta ji ber ku milîsên “Lîwa Semerqend” dest danîn ser vîlaya wî, ji keser û qehirînê re jiyana xwe ji dest da, lê zêde milîs li gund sûcên giran derheqê şêniyên gund de dikin.
Li gorî nûçegihan li gundê Rûta 2 vîla hene, yek a welatiyê bi navê Mûnîr Rebîh(Ebû Xalid) e ku bi xwe Helebî ye û bi jineke Kurd re ji gundê Rûta zewicî ye, ew niha li Tirkiyê ye, milîsan “Semerqend” destên xwe danîn ser vîla wî. Welatî Ebû Xalid dema ku bihîst vîla wî hatiye desteserkirin gelek aciz bû û pir qeherî ku di encamê de jiyana xwe ji dest da.
Her wiha nûçegihan destnîşan kir ku milîsan hemû mal û milkên koçberên gund desteser kirine lê zêde bac li ser Kurdên ku di gund de mane sepandine her wiha bi armanca bidestxistina pereyan şêniyên gund direvînin û xwediyên wan ên li Ewropayê şantaj dikin.